DYE: Zêdetirî 300 leşker di şerê Îranê de birîndar bûne

Fermandariya Navendî ya DYE’yê ragihand ku ji 28’ê Sibatê vir ve di şer de zêdetirî 300 leşker birîndar bûne û 13 leşker jiyana xwe ji dest dane.

Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) daneyên nûjen ên derbarê şerê Îranê yê ku 28’ê Sibatê de dest pê kir, parve kir.

Di daxuyaniya îro de hat diyarkirin ku ji destpêka şer ve zêdetirî 300 leşkerên DYE’yê birîndar bûne. Berdevkê CENTCOM’ê Tim Hawkins got, "Ji destpêka Operasyona Epic Fury ve nêzîkî 303 leşkerên DYE’yê birîndar bûne. Piraniya van birîndaran sivik in û 273 leşker vegeriyane ser erkê xwe."

Rayedarekî DYE’yê ku bexwest bavê xwe bide ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku rewşa 10 leşkeran giran e.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku 13 leşkeran di şer de jiyana xwe ji dest dane. Hat bibîrxistin ku heft leşker li herêma Kendavê û şeş jî li Iraqê hatine kuştin.